Êrîşên domdar ên Îsraîl û Hizbullahê ji hêla gelek çapemeniyên cihanê ve weke destpêkirina şerekî mezin tê nirxandin.
Rojnameya Bild a Almanyayê derbarê rageşiya Îsraîl û Hizbullahê de nûçeyek parve kir.
Li gorî Rojnameya Bild heger Hîzbullah êrîşên xwe yên li dijî Îsraîlê nesekinîne dibe ku di vê mehê de operasyona
bejahî ya Îsraîlê pêk were.
Her wiha ji Enstîtuya Ewlehiya Neteweyî ya Miagav a Îsraîlê Asher Fredman ku nêrînên wî di nûçeyê de cih girt, hişyarî da ku rewşa di navbera Îsraîl û Hizbullahê de “dibe ku di her kêliyê de ji kontrolê derkeve.”
Hat îddîakirin ku heke Hîzbûllaha Lubnanê êrîşên xwe yên li dijî bakurê Îsraîlê bi dawî neke, Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) wê li dijî Lubnanê operasyonê bidin destpêkirin.
Di nûçeya rojnameya Bild a Almanyayê de ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat girtin, hat îdiakirin ku ger Hîzbullah êrîşên xwe yên li dijî welêt nesekine, wê operasyona bejahî ya Îsraîlê di nîvê duyemîn a Tîrmehê de dest pê bike.
Li gorî rojnameyê, Hizbullah naxwaze êrîşên xwe yên li dijî Îsraîlê rawestîne heta ku Îsraîl êrîşên Hemasê yên li ser Şerîda Xezayê ji êrîşa ‘Tofana Eqsayê’ ya di 7’ê Cotmeha 2023’an de bi dawî neke.
Bild: Dibe ku operasyona bejahî dê hefteya sêyemîn dest pê bike
Li gor agahiyên ku Bildê bi dest xistiye, derdorên dîplomatîk ên rojavayî texmîn dikin ku Îsraîl dê di hefteya sêyemîn û çaremîn a Tîrmehê de li başûrê Lubnanê li dijî Hizbullahê operasyoneke bejayî bike.
Rojnameya Bildê bi bîr xist ku gelek welatan ji welatiyên xwe xwestine ku li hemberî zêdebûna rageşiyê û xetereya van rojên dawîn ji Libnanê derkevin, li gor gelek nûçeyan Îsraîl hêzên xwe yên li ser sînor xurt kiriye.
Fredman: Dibe ku her kêlî rewş ji kontrolê derkeve
Her wiha ji Enstîtuya Ewlehiya Neteweyî ya Miagav a Îsraîlê Asher Fredman ku nêrînên wî di nûçeyê de cih girt, hişyarî da ku rewşa di navbera Îsraîl û Hizbullahê de “dibe ku di her kêliyê de ji kontrolê derkeve.”
Fredman bal kişand ku armanca sereke ya Îsraîlê ew e ku welatiyên xwe vegerîne hemû herêmên bakurê welêt.
Li gorî Asher Fredman, pirsgirêka rasteqîn li vir îhtîmala şerekî rasterast bi Îranê re ye.
Pispor diyar kir ku divê Îsraîl ji vê yekê re amade be û got:
“Lê belê ez bawer nakim ku Îran bi Îsraîlê re şer bixwaze, ji ber ku dixwaze giraniyê bide bernameya xwe ya nukleerê.”



