Desteya Jinan ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bang li her kesê kir ku armancên Tirkiyên yên dagirkirina xaka Başûrê kurdistanê xwedî yek helwest bin.
Desteya Jinan ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Em weke jin parastina Başûrê Kurdistanê erkê xwe dibînin, pêwîste welatiyên Başûrê Kurdistanê dijî dagirkeriyê xwedî yek helwest bin.
Em vê dagirkeriyê qebûl nakin, weke jinên Başûrê Kurdistanê emê rêbaza Viyan Soran, Leyla Qasim û Xanzad Mîr bişopînin.
Em rê nadin dijmin xaka me dagir bike.
Desteya Jinan got, Dewleta Tirk xwedî dîrokek tije dagirkeriyê ye, li ser kolekirin û destdirêjiya ser jinan xwe ava kiriye.
Li Efrîn û Şengalê destdirêjî li jinan kirin û dagirkirin.
Pêwîste gelê me rê nede van kirinan û rabin ser piyan.



