Îro li bajarê Dêrikê gel li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê meşiyan.
Di meşê de îxaneta PDK’ê hate şermezarkirin.
Gelê Dêrik û gundewarên wê bi meşek girseyî êrişên artêşa Tirk a dagirker ya li dijî Başûrê Kurdistanê û îxaneta PDK’ê şermezar kirin.
Çalakî li Qada Azadî ya bajêr pêk hat.
Piştre jî meş li pêş navenda Kongra Star veguherî mîtîngê.
Piştre jî endamê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya şaxê Dêrikê Ebdurehman Xêrkî daxuyaniyek da.
Ebdurehman Xêrkî hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya Tirk re şermezar kir û got:
“Divê bi rêya vê meşê em helwesta xwe ya tund li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê nîşan bidin.”
Artêşa Tirk a dagirker baregeha Pêşmergeyan a li devera Amêdiyê topbaran kir



