Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe yên dagirkeriyê de li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike.
Têkildarî mijarê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê (P.Ç.K.S) daxuyaniyek da.
P.Ç.K.S’ê bang li tevahî gelê Kurd û tevahî aliyên tevgera nîştimanî ya Kurdî kir ku bi erkên xwe li hember êrişên Tirkiyê rabin û hêzên Tirkiyê ji Başûrê Kurdistanê derxin.
Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe yên dagirkeriyê de li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike.
Têkildarî mijarê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê (P.Ç.K.S) daxuyaniyek da.
P.Ç.K.S diyar kir ku dewleta tirk a dagirker zêdetirî 300 tank û bi sedan alavên giran û bi hezaran leşker derbasî Başûr kirine û got:
“Ji salan ve bi dehan baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li Başûr hene, valakirinê red dike û ji herêmên dagir kirine dernakeve.
Tevahî êrişên leşkerî ku salane dewleta Tirk pêk tîne bi hinceta şerkirina PKK’ê ye.
Heman siyaset û sûc niha dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.”
P.Ç.K.S da zanîn ku êdî tevahî dewletên cîhanê dizanin ku şerkirina Kurdan û doza Kurdî li gel Tirkiyê çi di siyasetên wê yên hundirîn û derve de rêgezeke bingehîn e û wiha domand:
“Ger mijar girêdayî Kurdên li tevahî aliyê Kurdistanê be, tirkiyê dev ji her tiştî berdide, heta dost û hevalbendên xwe jî difiroşe.
Li hember dagirkirina Cerablusê muxalefet firot rejîma Sûriyê û Rûsyayê, li hember dagirkirina Efrînê Xûta firot her du aliyan.
Niha jî noramalîzekirina dewleta Tirk bi Şamê re bi armanca şerê Kurdan û Rêveberiya Xweser bike.”
P.Ç.K.S: Pêdiviya gelê Kurd li 4 aliyên Kurdistanê û li derve bi yekitiyê heye
P.Ç.K.S destnîşan kir ku beriya êrîşên dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê, serdan û hevdîtin bi hikûmeta Iraqê re pêk hatin û wiha pê de çû:
“Pêdiviya gelê Kurd li 4 aliyên Kurdistanê û li derve bi yekitiyê û hevgirtinê heye ku li hember êrişên dewleta tirk bisekinin.
Em bang li tevahî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê, li tevahî Kurdistanê û li tevahî aliyên tevgera nîştimanî ya Kurdî dikin ku bi erkên xwe li hember van êrişên hovane rabin.”



