Parêzerê Fransî François Devedjian Rêber Apo weke Mandelayê Kurdan binav kir û got: “Divê ji bo azadiya wî têkoşîn bê kirin.”
Devedjian destnîşan kir ku CPT divê têkildarî tecrîda Îmraliyê daxuyaniyê bide raya giştî.
40 meh in agahî ji Rêber Apo nayê girtin.
Di serî de CPT, saziyên eleqeder li hemberî vê bihiqûqiyê bêdengiya xwe didomînin.
Di rojên borî de parêzerên Baroya Parîsê ji bo şermezarkirina vê bêhiqûqiya li ser Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê, nameyek ji Wezareta Edaletê re şandin.
Parêzerê Fransî François Devedjian ku ew jî di nava van parêzeran de bû, têkildarî tecrîdê axivî.
François Devedjian diyar kir ku tecrîd bi eşkere binpêkirina mafên mirovan e û parçeyekî polîtîkaya înkarê ya dewleta Tirk e û got:
“Abdullah Ocalan kesekî girîng e ku nûneriya gelê Kurd dike.
Lê Tirkiye rêz ji mafên mirovî yên esas, ji gelê Kurd û nûnerên wê re nagire.
Bi rastî mirov fêm nake ku çima çûyîna parêzerên Abdullah Ocalan a ji Îmraliyê re tê astengkirin.
Kî be bila bibe divê girtî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, bi taybetî jî girtiyekî sembolîk ê mîna Abdullah Ocalan divê hevdîtinê bike.”
Parêzer François Devedjian: CPT divê têkildarî Tirkiyê daxuyaniyê bide raya giştî
Parêzer François Devedjian helwesta Konseya Ewropayê û CPT’ê ya li hemberî Îmraliyê, rexne kir û ev tişt bilêv kir:
“Ji ber ku Tirkiyê bersivek nedaye, hîna CPT’ê rapora xwe ya dawî ya têkildarî Îmraliyê eşkere nekiriye.
CPT herî dawî têkildarî Azerbaycanê biryareke îstîsnaî da û derbarê vî welatî daxuyaniyek da raya giştî.
Heman tiştê ji bo Tirkiyê jî dikare bike.”
Parêzer François Devedjian: Abdullah Ocalan mandelayê Kurdan e, divê azad bibe
Parêzer François Devedjian Rêber Apo weke Mandelayê Kurdan binav kir û got:
“Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, nîşan dide ku Tirkiye naxwaze mafên Kurdan nas bike û lihevkirineke aştiyane bike.
Lewma divê em ji bo azadiya Ocalan, têbikoşin.
Divê destpêkê derfet were dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Ev rewş helbet ji bo Kurdan pêwîstiyek e, lê li gorî min di heman demê de ji bo Tirkan û mirovahiyê jî girîng e.”
Profesorekî Zanîngeha Otonom a Barcelonayê tecrîda li ser Ocalan nirxand



