Çalakvanên siyasî yên ji Idlibê diyar kirin ku Rêveberiya Xweser vebijêrka herî guncaw e ku Sûriyan ji aloziyê xilas bike û gotin: “Însiyatîfa Rêveberiya Xweser dikare aloziyê çareser bike.
Divê xwedî li vê îsniyatîfê were derketin.”
Li herêmên dagirkirî yên Sûriyê, li dijî siyasetên dewleta Tirk û çeteyên wê xwepêşandan li dar ketin.
Ji daxuyaniyên Erdogan diyar bû ku dê lihevkirinên nû bi hikumeta Şamê re bike.
Endamê Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed Abdîn têkildarî mijarê axivî.
“Tirkiyê dixwaze li ser hesabê gelê Sûriyê herêmên dagirkirî radestî Şamê bike”
Ehmed Abdîn diyar kir ku li dijî normalîzekirina di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de, xwepêşandan li herêmên dagirkirî lidar ketin û got:
“Dewleta Tirk hewl dide li ser hesabê gelê Sûriyê herêmên dagirkirî radestî hikumeta Şamê bike û li şûna wê herêmên din dagir bike.”
“Ji ber Rêveberiya Xweser projeya yekane ya serkeftî ye Tirkiye dixwaze wê têk bibe”
Abdîn destnîşan kir ku Tirkiye di hewldanên xwe li gel hikumeta Şamê de dixwaze Rêveberiya Xweser tune bike û wiha berdewam kir:
“Ji ber ku Rêveberiya Xweser, li Sûriyê projeya yekane ya serkeftî ye ku dê aloziya Sûriyê li gorî formeke ji gelê Sûriyê re xizmetê bike û bi rêya diyalogê û hevgirtina sûriyan çareser bike.”
“Însiyatîfa Rêveberiya Xweser dikare aloziyê çareser bike”
Rêveberiya Xweser 18’ê Nîsana 2023’yan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, dîtina çareseriyeke aştiyane û demokratîk, însiyatîfek ragihand.
Rêveberiya Xweser bang li hikumeta Şamê kir ku bi awayekî berpirsyar nêzî mijarê bibe.
Der barê însiyatîfa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de Ehmed Abdîn got:
“Ev însiyatîf dikare aloziyê çareser bike. Divê xwedî li vê îsniyatîfê were derketin.”
“Divê welatî însiyatîfa Rêveberiya Xweser bipejrînin”
Endamê Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdulqadir El Hisên jî diyar kir ku dibe ev firsenda dawî be ku Sûriyên li azadiyê û demokrasiyê digerin armancên xwe pêk bînin û got:
“Divê welatî însiyatîfa Rêveberiya Xweser bipejrînin ji ber ku keştiya xilasiyê ya yekane ye.”



