Ji roja ku Serokwezîrê Macarîstanê Vîktor Orban serdana Rûsyayê kir bertekên Yekîtiya Ewropayê didome.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen serdana Orban weke mîsyona dilxweşkirina Rûsyayê binav kir.
Her wiha Von der Leyan anî ziman ku serdana Orban a 5’ê Tîrmehê ya Moskowê, 2 roj beriya ku Rûsya êrîşî nexweşxaneya zarokan a li Kîevê bike, pêk hat.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen bertek nîşanî serdana Serokwezîrê Macarîstanê Vîktor Orban a Moskovayê da.
Ursula von der Leyen serdana Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban bo Moskowê di bin navê “mîsyona aştiyê” de wek “mîsyona dilxweşkirina Rûsyayê” bi nav kir.
Von der Leyen ku li Parlamentoya Ewropayê axivî got:
“Ev mîsyona aştiyê ku tê gotin ji dilxweşkirina Rûsyayê wêdetir tiştek din nîne.”
Von der Leyen beriya dengdana îro li Parlamentoya Ewropayê ku çarenûsa wê ya serokatiya Komisyonê ya pêvajoya duyemîn tê kirin, wiha got:
“Rûsya nermbûna ji Ewropa û welatên Rojava bawer dike û hinek li Ewropayê jî vê yekê pêk tînin.”
“Serdana Orban 2 roj beriya êrîşa li ser Ukraynayê pêk hat”
Von der Leyen, diyar kir ku serdana Orban a 5’ê Tîrmehê ya Moskowê ku bi Pûtîn re hevdîtin pêk anîbû, 2 roj beriya ku Rûsya êrîşî nexweşxaneya zarokan a li Kîevê bike, pêk hat û wiha got:
“Ev êrîş ne xelet bû, peyamek bû. Kremlînê “Ew ji me hemûyan re peyamek da”
Însiyatîfa dîplomatîk a yek kesî ya Orban li Yekîtiya Ewropayê ku ji 27 welatan pêk tê, bû sedema bertekên cidî.
Gelek serokên Yekîtiya Ewropayê diyar kirin ku serdana Orban ne bi talîmata Brukselê pêk hatiye.
Bertekên Yekîtiya Ewropayê
Di çarçoveya “mîsyona xwe ya aştiyê” de, Orban yekem car di 2’yê Tîrmehê de li Kîev, bi Serokdewlet Volodymyr Zelenskiy re hevdîtin kir.
Yekser piştî wê, di 5’ê Tîrmehê de li Moskowê bi Pûtîn re û di 8’ê Tîrmehê de jî li Pekînê bi Serokê Çînê Şî Jînpîng re hevdîtin pêk anî.
Di cih de piştî van serdanan, ew beşdarî Civîna 75’emîn a Salvegera NATO’yê ya li Washingtonê bû, ku di 9’ê Tîrmehê de dest pê kiribû.
Hevdîtina wî ya dawî bi Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump re bû.



