Artêşa Yemenê êrişî baregehên Hûsiyan ên li başûrê rojavayê welat kir.
Hate diyarkirin ku di êrişê de 2 Hûsî hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Balafirên şer ên DYA û Brîtanyayê navendên Hûsiyan ên li parêzgeha Hudeyde ya li rojavayê Yemenê bombebaran kirin.
Artêşa Yemenê jî ragihand ku di operasyona li Teezê ya li başûrê welêt de kuştî û birîndarên Hûsiyan çêbûne.
Çapemeniya ser bi Hûsiyan ve ragihand ku balafirên şer ên DYA û Brîtanyayê duh bi şev, 3 caran êrişî balafirgeha navneteweyî ya Hudeydeyê kiriye, lê agahiyên zêdetir parve nekirin.
Navenda Ragihandinê ya Artêşa Yemenê ya Eniya Teezê jî ev agahî parve kirin:
“Artêşê duh operasyonek li dijî baregehên Hûsiyan ên li eniya Sarmîn a rojhilatê Teezê pêk anî.
Yek jê fermandar, 2 Hûsî hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.”
Yekîtiya Ewropayê li Behra Sor mîsyona leşkerî da destpêkirin



