
Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê li Başûrê Kurdistanê ji bo yekîtiya netewî danûstandinên xwe berdewam dike. Şandeya KNK’ê bi Hizba Sosyalîst a Demokratîk ya Kurdistanê û Hizba Komunîst a Kurdistanê re civîyan.
Şandeya KNK’ê li bajarê Silêmanî çû serdana Hîzba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê.
Di civînê de êrîş û metirsiyên li ser Kurdistanê û giringiya kongreya netewî hat guftugokirin.
Şandeyê bi heman armancê li Hewlêr serdana polîtburoya Hizba Komunîst a Kurdistanê kir.
Têkildarî hevdîtinê Endamê Polîtburoya Hizba Komunîst Ebû Tara destnîşan kir ku divê em berjewendiyên hizbî deynin aliyekî û li ser vê bifikirin bê em ê çawa karibin eniyeke yekgirtî ava bikin.
Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs jî got, em ê rojên pêş de serdana Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û tevahî aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bikin.
Di 2 rojên borî de şandeya KNK’ê li bajarê Silêmaniyê bi heman armancê bi berpirsên YNK’ê, Tevgera Azadî û Tevgera Goranê re civiyan.