Îsraîl li başûrê Lubnanê depoya cebilxane yê Hizbullahê bombebaran kir.
Di vê êrîşê de 3 kes birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku di encama teqînan de perçeyan li derdora gundên derdorê belav bûye û li bajarokê Burc Rahalê jî parçeyek ketiye.
Medyaya Lubnanê ragihand ku Îsraîlê duh di bombebarana bajarokê Kefer Kila yê li başûrê welêt de ‘depoyeke cebilxaneyê’ kir hedef.
Di vê êrîşê de 3 kes bi sivikî birîndar bûn.
Sê çavkaniyên ewlehiyê yên ji Reutersê re axivîn gotin ku depo girêdayî Hizbullah e.
Bombebarana ku 30 kîlometre dûrî sînorê Îsraîlê pêk hat, piştî ku Hizbullah û hevalbendê wê yê Filistînî Hamasê ragihandin ku bi roketan li çeperên Îsraîlê xistin, pêk hat.
Ajansa fermî ya Lubnanê, NNA, beriya niha ragihandibû, ku Îsraîlê bajarokê Adlûn ê di navbera bajarokên Saydon û Tiroyê de ye, bombebaran kiriye.
Piştre jî ajansê diyar kiribû ku di heman bombebaranê de depoyeke cebilxaneyan hatiye armanckirin.
Di vê êrîşê de depoya cebilxane ya Hizbullahê hat bombebarankirin
NNA’yê ragihand ku rêya Seyda-Tîre ji her du aliyan ve li wesayîtan hatiye girtin û çûnûhatin jî ber bi rêyên hundir ve hatiye kirin.
Hate diyarkirin ku di encama teqînan de perçeyan li derdora gundên derdorê belav bûye û li bajarokê Burc Rahalê jî parçeyek ketiye.
NNA duh danê sibê ragihand ku sivîlên Sûrî, di nav wan de zarok, birîndar bûn, dema ku “balafireke bêmirov a Îsraîlê wesayiteke bêserûber li nêzî konên wan, kêmtir ji çar kîlometreyan dûrî sînor kir armanc.
Li gorî daneyên Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) ji meha cotmehê vir ve li Lubnanê ji ber bomberdûmanên Îsraîlê herî kêm 515 kes mirin.
Tevî ku piraniya kuştiyan hêzên milîs ên endamên Hizbullahê bûn, herî kêm 104 sivîl bûn.
Li gorî rayedarên Îsraîlê di êrîşên ku ji aliyê Hizbullahê ve hatin lidarxistin de li aliyê Îsraîlê 18 leşker û 13 sivîl mirin.



