Li Zapê, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê 4 caran ji esîman ve li baragehên arteşa Tirk a dagirker xist.
HPG’ê diyar kir di van çalakiyan de hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.
Hemwextî vê HPG’ê bi daxuyaniyeke cuda çalakiyên ji bejahî hatin lidarxistin jî eşkere kir.
Hat ragihand ku di çalakiyên li Zap û Metînayê de leşkerekî Tirk yê dagirker hate cezakirin.
Yekîneya Şehîd Dogan Zinar li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 4 caran ji esîman ve li baragehên arteşa Tirk a dagirker xist.
Derbarê çalakiyan de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand û Gerîla Tv jî dîmenên wan parve kir.
HPG’ê da zanîn di navbera 14-16’ê Tîrmehê de dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Sergelê 4 caran ji esîman ve hatin lêdan.
HPG’ê diyar kir di van çalakiyan de hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zelalkirin,
Lê ziyaneke mezin gihişte çeper û baregehên dagirkeran.
Li Zap û Metînayê gerîla lêda: Leşkerekî dagirker hat cezakirin
Hemwextî vê HPG’ê bi daxuyaniyeke cuda ragihand ku di çalakiyên li Zap û Metînayê de hatin lidar xistin de, leşkerekî dagirker hate cezakirin.
Di berfirehiya daxuyaniyê de HPG’ê ev agahî parve kir:
“Li herêma Metînayê 20’ê Tîrmehê li dagirkerên Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê û Golkê hate xistin.
Li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar, Girê Cudî û Amediyê yên Zapê jî gerîlayan ji 20 heta 22’ê Tîrmehê 6 caran li dagirkeran dan.
Di encamê de, leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, mobesseyek hate bêkêrkirin û derb li çeperekî hate xistin.
Têkildarî êrişên arteşa dewleta Tirk a qirker ên bi çekên kîmyewî û balafirên şer jî HPG’ê dawiyê ev agahî da:
20-21 Tîrmehê tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê FM û Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombekirin.
Herêmên Xakurkê, Garê, Metîna, Rojavayê Zapê û Hecîumran jî bi giştî 22 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.



