Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê şehadeta 2 gerîlayên YJA Starê ragihand.
HPG’ê diyar kir ku hevrêyên wan bi sekna xwe ya zelal a li ser rêgezên jinên azad, her tim ked û berdêl Rêber Apo û şehîdên me yên leheng dane, ji xwe re esas girtin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên YJA Starê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi daxuyniyekê eşkere kir.
HPG’ê ji malbatên hevrên xwe Ronahî, Arîn û hemû gelê xwe yê welatparêz ên Kurdistanê re sersaxiyê xwest û got,
Soz didin ku em ê armanca hevrêyên xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi ser bixin.
Di daxuyaniya HPG’ê de li ser têkoşîn û kesayeta şehîd Ronahî Dilxwîn ev nirxandin hatin kirin.
Hevrê Ronahî sala 2014’an li dijî zilm û zordestiya dewletê ji Wanê tevlî nava refên gerîla bû.
Bi vê re gava xwe ya yekemîn ber bi azadî û jiyana nû avêt.
Bi tevlêbûna xwe ya aktîf re li jiyana gerîla xwedî derket û roj bi roj tecrubeyên nû li xwe zêde kir.
Hevrêya me ji nêz ve dît ku jin di têkoşîna me de rola pêşengtiyê de cih digire ji bo vê di şexsê xwe de seknek bêhempa nîşan da.
Li ser tevlîbûn, têkoşîn û sekna şehîd Arîn jî HPG’ê wiha got:
Hevrê Arîn li Wanê di malbateke welatparêz hat dinê.
Arîn bi çîorkên qhremaniyê yên hevrên me bandor bû, taybet piştî berxwedana destanî ya li Kobanê pêş ket, sala 2014’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Li gelek herêmên Herêmên Parastinê yên Medyayê şer kir.
Hevrêya me ji bo tola şehîdan hilîne û xwe nêzî Rêber Apo bike xwest biçe Bakurê Kurdistanê, di vê pêşniyarê de israr kir.
Bi têkoşîna xwe ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak, şehadeta wê bibe sedema mezinkirina têkoşînê.
Agahiyên derbarê nasnameya her du şehîdan wiha ye:

Nasnav: Ronahî Dilxwîn
Nav û paşnav: Vesîle Dûran
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik: Dîlber
Navê Bav: Bişar
Dem û cihê şehadetê: 16’ê Hezîran 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Arîn Tolhildan
Nav û paşnav: Dîlan Oklu
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik: Saadet
Navê Bav: Hesen
Dem û cihê şehadetê: 16’ê Hezîran 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê



