Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 2 balafirên keşfê yên piçuk ên artêşa Tirk a dagirker xistin xwarê.
Di saetên êvarê de 2 keşfê piçuk yên artêşa Tirk a dagirker hewl dan gundê Toxar ê bakurê rojhilatê Minbicê bikin hedef.
Di encama şopandina şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de, hate derbkirin û xistin
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şervanên wan li herdû keşfan dane û bêkêr kirine.
Hêjayî gotinê ye ku êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Minbicê di van rojên dawî de pir zêde bûne.
Di heman çarçoveyê de tevgera balafirên bêmirov jî li herêmê gelekî zêde bûye.



