Çapemeniya dewleta Tirk a dagirker îdia kiribû ku di meha bê de Erdogan û Beşar Esed dê li Moskovê bicivin.
Li hember vê yekê 2 çavkaniyên Sûrî ji rojnameya El Nehar El Arebî ya Lubnanê re axivîn û îdiayên çapemeniya Tirkiyê derewandin.
Her du çavkanî ku rêveçûna hewldanên navbeynkariya vegerandina têkiliyan di navbera Enqere û Şamê de dişopînin got heta vê saetê tu pêşketineke cidî çênebûye.
Rojnameyeke bi ser dewleta Tirk a dagirker ve ragihandibû ku têkildarî hevdîtina Beşar Esed û Erdogan lihevkirin hatiye kirin
Rojnameyê anî ziman ku ew her du di 6’ê Tebaxê de bi beşdariya serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li gel îhtîmala vexwendina serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanê li Moksovê bicivin.
Erdogan: Bi rêya Putin dibe em vexwendinekê ji bo Esed bikin



