Xizmên girtiyan çalakiya “Deng bide azadiyê” bi israr didomînin.
Duh li bajarê Îzmîr û Mêrsînê bi tevlîbûna nûnerên sazî û rêxstinan çalakî li ber deriyê girtîgehan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bang li desthilatê hat kirin ku tecrîdê rakin û bila muzakere dest pê bikin.
Çalakiya Xizmên girtiyan ya her roja Duşemê bi biryardarî dewam dike.
Duh carek din xizmên girtiyan li Îzmîr û Mêrsînê li pêşiya girtîgehan hatin gel hev.
Di çalakiya “Deng bide azadiyê” de hêrsa li dijî tecrîdê derket pêş.
Xizmên girtiyan û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Buca ya Îzmîrê daxuyanî dan.
Gelek nûnerên saziyan û xizmetên girtiyan tev li daxuyaniyê bûn.
Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut diyar kir ku ew li dijî tecrîdê çalakiyê li dar dixin û wiha got:
“Dê berxwedana me ya li dijî tecrîdê bidome.
Tevî hemû zextan jî em li ser pêya ne.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Li Mêrsînê jî Xizmên girtiyan di hevteya 14’an de li pêşiya Girtîgeha Kampusa Tarsusê çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Di çalakiyê de hat diyar kirkin ku tecrîd, welat ber bi tunebûnê ve dibe û gotin:
Tecrîda dijî rêber Abdullah Ocalan tê ferzkirin, binpêkirina qanûnên wan bi xwe ye.
Banga me ji bo desthilatê ye; tecrîdê rakin û bila muzakere dest pê bikin.
Çalakî, bi dirûşman bi dawî bû.



