Siyasetmedar Serap Borucu bertek nîşanî kelhekolên ku dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê çêkirine da û diyar kir ku ev kelehkol parçeyek ji polîtîkayên asîmîlasyon û şerê taybet e. û destnîşan kir ku ew ê li dijî van polîtîkayan têbikoşin.
Hukumeta AKP-MHP’ê li gel qirkirna gelê Kurd, êrişên xwe yên li dijî ekolojî, dîroka Kurdistanê dewam dike.
Li gelek bajarên Kurdistanê kelehkolên ku di bin navê “ewlehiyê” de hatine çêkirin dibin sedema talankirina xwezayê.
Bertek û nerazîbûnên li dijî van polîtîkayan zêde dibin.
Hevseroka Navçeya Kadikoyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serap Boru derbarê mijar de axivî.
Serap Boru got polîtîkayên di bin navê ‘Ewlehiyê’ de li Kurdistanê tên meşandin û wiha dewam kir:
“Ev kelehkol bi projeyên taybet tên çêkirin. Ev kelehkol bi derîyên pola û camên neşikên tên çêkirin.
Yek ji sedemên herî girîng ên çêkirina van kelehkolan şerê taybet e.
Dema ku ev kelehkol tên çêkirin zirarê didin xwezaya herêmê ji ber ku ev kelehkol bi giştî li qadên daristanan tên çêkirin.”
Serap Boru: Em li dijî avakirina kelehola ne
Serap destnîşan kir ku li qadên ku kelehkol lê tên çêkirin zarok ne di ewlehiyê de ne û diyar kir ku jiyana hemû welatiyên li wir dijîn di xeteriyê de ye.
Serap Boru ragihand ku wê weke DEM Partiyê li dijî polîtîkayên şer ên hikûmetê têdikoşin û wiha anî ziman:
”Em naxwazin şer bikin, em dixwazin di nav aştiyê de bijîn.
Ji ber vê yekê em dibêjin ku divê çêkirina kelehkolan bê rawestandin. Em ê ji bo vê têkoşînê bidomînin.
Em dikarin bibêjin ku tu dîktatorî ne mayînde ye, Em ê bi têkoşîna hevpar û berxwedana gelan van polîtîkayan têk bibin.”



