Li Reqayê şervanên QSD’ê bi operasyoneke taybet serçeteyekî DAIŞ`ê girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek parve kir.
Navendê diyar kir ku doh di encama oparasyona li bajarê Reqa pêk hat de, serçeteyê bi navê Hazim Silêman El Cibin ê bi navê Ebî Omer tê naskirin, hat girtin.
Serçeteyê DAIŞ’ê Ebî Omer ji bajarokê Xeşam ê rojhilatê Dêrazorê ye.
Ev serçeteyê li Reqayê çalak bû, her wiha berpirsê fînansekirinê yê DAIŞ`ê ya bajar bû.
QSD’ê ragihand ku ji bo aramiya li herêmê wê çalakiyên wan yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê dewam bikin.



