Artêşa Îsraîlê ji doh ve êrîşên xwe li ser Xan Yunis a Şerîda Xezayê zêde kiriye.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku li Xan Yunisê hejmara miriyan gihiştiye 70 kesan.
Her wiha di êrîş û serdegirtinên Îsraîlê yên li ser bajarên Tulkerîm û Hebronê yên li Şerîeya Rojava de 7 Filistînî mirin.
Di 291 rojên şerê Îsraîl û Hemasê de hejmara miriyan zêde dibin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filirstinê ya li Xezayê bîlançoya dawî parve kir.
Li gor Wezaretê di 24 saetên dawî de li Şerîda Xezayê 84 kes miriye û 329 kes jî birîndar bûne.
Tevlî vê yekê hejmara miriyan derket 39 hezar û 90 kesan û ya birîndaran jî derket 90 hezar û 147 kesan.
wezareta Tenduristiyê: Li Xan Yûnisê 70 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê doh ragihandibû ku di operasyona danê sibê ya hêzên Îsraîlê li Xan Yûnisê de 70 kesan mirine û zêdeyî 200 kes jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya AFP’ê, artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku balafirên şer û tankan çekdarên li herêmê kirine hedef.
Artêşê tekez kir ku hêzên wê “zêdetirî 30 binesaziyên serbazî” li Xan Yûnis kirin armanc û ku balafirên wê depoyek çekan, xalên çavdêriyê, dergehên tunelan û navendên ku ji aliyê çekdarên Hamasê ve têne bikar anîn bombebaran kirin.
Duh serê sibê artêşa Îsraîlê ji Filistîniyên ku li rojhilatê Xan Yûnisê ya li başûrê Şerîda Xezayê dijîn xwest ku beriya operasyon dest pê bike ji herêmê derkevin.
Di mehên dawî de, artêşa Îsraîlê operasyonên leşkerî yên tund li gelek deverên Xezayê pêk anîne.
Hêzên Îsraîlê li Şerîa Rojava 7 Filîstinî kuştin
Di êrîş û serdegirtinên Îsraîlê yên li ser bajarên Tulkerîm û Hebronê yên li Şerîeya Rojava de 7 Filistînî mirin.
Hat îdiakirin ku ji van kesan 2 kes endamên Hamas û Fetihê ne.
Li gor nûçeya ajansa Reutersê, piştî ku hêzên Îsraîlê bajarê Tulkerîm bombebaran kirin, di navbera Filistîniyan û leşkerên Îsraîlê de pevçûn derket.
Çavkaniyên Filistînî diyar kirin ku endamekî Hamasê û endamekî Fetih hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku yek ji kesên miriye jin e û nasnameyên 2 kesên din ên mirine jî ne diyar e.
Li Hebronê du kes mirin
Berdevkê artêşa Îsraîlî anî ziman ku “çekdar ên li herêmê tevdigerin” bûne hedefa êrîşên hewayî û pevçûn berdewam dikin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser bajarê Hebronê de 2 kes hatine kuştin.
Nasnameyên kesên li vir mirine hê jî nehatine eşkerekirin.
Hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat di êrîşên hêzên Îsraîlê de hatin kuştin derket 585’an.



