DEM Partiyê li Enqereyê êrişên dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de bang li herkesî hate kirin ku li dijî dagirkeriyê têkoşîneke hevpar bimeşînin.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat ve hat dayîn.
Kanat bi ruhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê kir û wiha got:
“Desthilata AKP’ê û MHP’ê hemû bala wan li ser şere.
Lê belê ji bo avakirina welatekî baş û aram pêywîstî bi avakirina jiyana civakî ya demokratîk û azadîparêz heye.
Partiya me weke berpirsyariyekê dibîne ku di vê çarçoveyê de desthilatê hişyar bike.”
Kanat di berdewama axaftina xwe de banga li Tirkiyê kir ku dev ji dagirkirin û wêrankirina xaka Başûrê Kurditanê berde.
Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat di dawî de bang li PDK’ê kir ku dev ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde û got:
“Divê li dijî dagirkeriyê têkoşîneke hevpar were meşandin.
Her wiha xeta îxanetê jî di nava gel de were tehşîrkirin.”



