Kurdistanî wê 101’emîn salvegera Peymana Lozanê protesto bike.
Biryare ku çalakî di 27’ê Tîrmehê de li Lozanê pêk were, ji ber vê banga tevlîbûnê li herkesî hate kirin.
Di 24’ê Tîrmeha 1924’an de bi Peymana Lozanê Kurdistan kirin çar parçe.
Kurdistaniyên li Swîsreyê bi nêzîkbûna 101’emîn salvegera peymanê re amadekariya çalakiya protestoyî dikin.
YNK, Tevgera Goran, Rêveberiya Xweser a Rojava, KCDK-E, TJK-E, PJAK û PYD jî di nav de 36 rêxistinên siyasî ji bo protestokirina Peymana Lozanê daxuyaniya hevpar dan.
Di daxuyaniya hevpar de ev bang hate kirin:
“Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li Swîsreyê dikin ku werin em vê peymana ku îfadeya komkujî û zilmê dike protesto bikin.”
Biryare ku meş û mîtînga 27’ê Tîrmehê roja Şemiyê saet 13.00’an li Lozanê pêk were.



