Leşkerên artêşa Tirk a dagirker di bin parastina çekdarên PDK’ê de li devera Dêrelokê dest bi operasyonê kirin.
Jixwe dîmenên ku ji herêmê hatine jî van agahiyan piştrast dike.
Li aliyê din Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) jî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên hewayî heta navçeya Çomanê birine.
Artêşa Tirkiyê di bin parastina hêzên PDK’ê de di nava hewildana dagirkirina tevahî axa Başûrê Kurdistanê de ye.
Artêşa Tirkiyê di bin parastina çekdarên PDK’ê de di nava hewildana dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê de ye.
Dîmenên ku ji herêmê hatine jî van agahiyan piştrast dike.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker ev du mehin bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi sedan wesayîtên zirxî derbasî herêmê kiriye.
Di vê çarçoveyê de dagirker rojane bi rêya hewayî û bejayî gundên herêmê bombebaran dikin.
CPT: Tirkiye sînorê êrişên xwe yên hewayî heta çomanê anî
Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) jî têkîldarî berfirehiya dagirkeriya Tirkiyê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên hewayî heta navçeya Çomanê birine.
Endamê rêkxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman ragihand ku balafirên şer yên artêşa Tirkiyê sê deverên bajarokê Qesrê yê girêdayî navçeya Çomanê bombebaran kirin.
Herwiha rêkxistinê diyar kir ku êrişên hewayî yên artêşa Tirk li ser bilindiyên Sêkanyan, Zînokan û Girdan li Keleka Balayan pêk hatine.
CPT’yê eşkere kir ku ev cara duyemîne artêşa Tirk a dagirker di nava vê hefteyê de sînorê navçeya Çomanê bombebaran kiriye.
Li gor daneyên CPT’yê ji destpêka îsal ve ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê 19 welatiyên sivîl şehîd, 2 jî birîndar bûne.



