Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo li Hesekê hate şermezarkirin .
Şêniyên Hesekê bi çalakiyekî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Xelkên Hesekê endamên saziyên sivîl û jinan, şêx û rûspyên eşîran li dijî tecrîda girankî meşek li darxistin.
Girseya meşê li çarxareya Kevokê ya bajarê Hesekê kombûn û li çarxareya şehîd Serhed veguherî mitîngê.
Li wir kesên ku axivîn balkişandin li ser tecrîda girankî û gotin:
“Tecrîda girankî ya li ser Rêber Apo ji bo têkbirina têkoşîna gelên bindest hatiye plan kirin.
Lewma ev tecrîdê qebûl nakin û şermezar dikin.
Divê tecrîda li ser Rêber Apo rabe û ew bi awayekî fîzîkî azad bibe.”
Beşdaran di dawiya de diyarkirin heta Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad nebe wê têkoşîna wan dewam bike.



