Hefteya borî Joe Biden bi vîrûsa korona ketibû. Bijîşkê Biden ragihand ku testa korona negatîf derketiye û Biden êdî diyardeyên Covid-19 nîşan nade.
Her wiha Rêvebira Servîsa Veşartî ya Amerîkayê Kim Cheatle ragihand ku ji ber kêmaniyên ewlehiyê yên têkildarî hewla kuştina Serokê berê Donald Trump ku di 13’ê Tîrmehê de pêk hat, îstifa kiriye.
Hat diyarkirin ku Serokê DYA’yê Joe Bidenê ku dawiya hefteyê xwe ji namzetiya serokatiyaPartiya Demokrat vekişand testa Kovîd-19’ê negatîf derket û êvara Sêşemê vegeriya Qesra Spî.
Bijîşkê Biden, Kevin O’Connor, di nameya xwe ya roja Sêşemê de hate weşandin de diyar kir ku testa Biden a vîrûsa korona negatîf e.
O’Connor diyar kir ku Biden êdî diyardeyên Covid-19 nîşan nade.
O’Connor da zanîn ku Biden di tevahiya nexweşiyê de germahiya wî tune bû, kezebê wî paqij bûn û di nîşanên wî yên jiyanî de ti guhertin çênebû.
O’Connor anî ziman ku Biden hemû erkên serokatiyê di destpêkirina enfeksiyonê ve pêk anî.
Testa Covid-19 ya Biden roja Çarşema borî encamek pozîtîf dabû.
Hewldana kuştina Trump
Rêvebira Servîsa Veşartî ya Amerîkayê Kim Cheatle serî li daxwazên parlamenterên Demokrat û Komarparêz da.
Kîm Çetil ragihand ku ji ber kêmaniyên ewlehiyê yên têkildarî hewla kuştina Serokê berê Donald Trump ku di 13’ê Tîrmehê de pêk hat, îstifa kiriye.
Komarparêzan îstifaya Çetil pêşwazî kirin û ew wek gavek di rêya rast de bi nav kirin.
Rêvebera servîsa veşartî îstîfa kir
Trump ji Fox Newsê re got:
“Wê ez neparastim, ji ber vê yekê min guleyek ji bo demokrasiyê girt.”
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden daxuyaniyek da û pesnê xebata çend salan a Kîm Çetilê da.
Biden anî ziman ku “lêpirsînek serbixwe” berdewam e da ku şert û mercên hewldana kuştina Trump eşkere bike.
Li gor anketên dawî Harris li pêşiya Trump e
Di vê navberê de, Cîgira Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Kamala Harris, bi sûdwergirtina ji leza kampanyaya nû ya hilbijartinê dê li hember namzedê Komarî Trump hevrikiyê bike.
Di yek ji anketên ewil ên ku piştî ku Serokê DYA Joe Biden ji namzetiya serokatiya Partiya Demokrat vekişiya, hat kirin de hat dîtin ku Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris ku dihat payîn bibe namzeta Demokrat, 2 puan ji namzetê Komarî û Serokê berê Donald Trump e.
Di dema ku ji sedî 44 ê hilbijêrên qeydkirî yên beşdarî anketa nû ya Reuters/Ipsos (ROTIRS-AYPSOS) bûn gotin ku ew ê dengê xwe bidin Harris, ji sedî 42 gotin ku bijareya wan dê Trump be.
Di anketa Reuters/Ipsosê de ku hefteyek berê hat weşandin, Trump bi du puanan li pêş Biden bû û bi heman dengan dengê Harris wergirt.



