Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şikandin tecrîda li ser Rêber Apo di roja 370’an de bi koma 73 didome.
Çalakiya Nobetê ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo di 20’ê Tirmehê 2023’an hatiye destpêkirin, di roja 370’an de bi koma 73 didome.
Merasîma dewrgirtinê li Saziya malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.
Piştî dewgirtinê li ser navê koma 72’an Hewar Gabarî axivî.
Hewar Gabarî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda û got:
“Her ku gelê Kurd li hemberî tecrîdê girankirî têkoşînê bilind dike, dijmin jî tecrîdê girantir dike.
Bi hincetên cûda cezayên disiplînê li Rêbertiya me dibire.
Bi van qedexeyan nahêlin bi Rêbertî re hevdîtin bê çêkirin.
Em vê biryarê şermezar dikin û em soz didin ku em bi berxwedana xwe vê tecrîdê bişkînin.
Merasîm dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘ Bijî Serok Apo’, bidawî bû.
TJK-E: Zêdeyî 20 hezar jinan li dijî tecrîdê name ji CPT’î re şandin



