Hêzên Asayîşê li Reqayê şaneyek DAIŞ’ê ku ji 6 çeteyan pêk dihat girtin.
Navenda raghandina Hêzên Asayîşê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:
“Hêzên me îro li gundewarên Reqayê li dijî şaneyeke DAIŞ’ê operasyonek pêk anî.
Operasyon li bajarokê El-Kerama li gundewarê rojhilatê Reqayê pêk hat.
Di encamê de şaneyeke DAIŞ’ê ku ji 6 çeteyan pêk dihat zeft kirin.
Di dema operasyonê de gelek çek û alav li gel wan çeteyan hatin desteserkirin.”
Li gor Asayîşê yek ji wan çeteyan li yek ji bajarên dewleta Tirk dijiya û li gel wî hin tişt hatine dîtin.
Asayîşê da zanîn ku der barê girtiyan de wan lêpirsîn dane destpêkirin û piştre wê ew çete ji dadgehê re bên şandin.



