Şandeyek ji endam û parlamenterên HDP û DEM Partiyê li Hewlêrê serdana partiyên siyasî kir.
Di hevdîtinan de rewşa li Başûr û Bakurê Kurdistanê hatin guftugokirin.
Her wiha qala tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo jî hate kirin.
Aliyan diyarkirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê pirsgirêk nayên çareser kirin.
Li bajarê Hewlêrê şandeyek ji endam û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gel û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan serdana hinek alî û partiyên siyasî kir.
Di nava şandeyê de parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal, parlementera Wanê Gurcan Kaçmaz û nûnerên HDP’ê yên li Herêma Başûrê Kurdistanê Hikmet Hatîp û Sitqi Vakar cih girtin.
Şande det pê kê serdana Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê, Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê û Desteya Jinên Azad kir.
Rojevên li Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê hatin nirxandin
Di hevdîtinan de rojevên li Başûrê Kurdistanê, pirsgirêk, aloziyên dewam û rewşa Bakurê Kurdistanê hatin guftugokirin.
Her wiha qala tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo jî hate kirin û hate ragihandin ku şikandina tecrîdê wê hemû pirsgirêkên li Kurdistanê û herêmê çareser bike.
“Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê pirsgirêk nayên çareser kirin”
Partî û aliyan jî serdan erênî nirxandin û diyarkirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê pirsgirêk nayên çareser kirin.
Serdanên şandeyê ji bo aliyên siyasî yên li Hewlêr û Silêmaniyê wê dewam bikin.



