Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê gav bi gav planên xwe yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê dixe meriyetê.
Artêşa Tirkiyê li Amêdiyê bendeke din a kontrolê ava kir.
Bi heman awayî PDK’ê û MÎT’a Tirkiyê li navçeya Bagêra bendeke hevbeş danîn.
Çavkaniyên herêmê dibêjin, bend dibin navê Parastinê de hatiye danîn, lê di bingeh de xebatên îstîxbarata Tirkiyê dimeşînin.
Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê gav bi gav planên xwe yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê dixe meriyetê.
Ev dîmenê bendên kontrolê yê artêşa Tirk a dagirkere.
Carek din ispat bû ku dewleta Tirk a dagirker li Berwarî Bala bendên kontrolkirina nasnameyan danîne.
Jixwe ev yek berê jî bi dîmen hatibû eşkere kirin.
Ev dîmen jî, ji Berwarî Bala ya ser bi Amêdiyê ve hatiye kişandin.
Li gorî agahiyan leşkerên Tirk ji welatiyan re dibêjin ku ev der xaka Tirkiyê ye.
PDK û MÎT a Tirkiyê li navçeya bagêra bendeke hevbeş danîne
Şeva borî jî PDK’ê û MÎT’a Tirk li ser rêya navbera navenda parêzgeha Dihokê û bajarokê Amêdiyê bendê konrtolê ava kiribûn.
Ajansa Rojnews’ê ragihand çavkaniyekî gotiye ew bend li Geliyê Qentara yê li navçeya Bagêra a ser bi bajarokê Zawête hatiye danîn.
Heman çavkaniyê diyar kir ku bend dibin navê Parastinê de hatiye danîn, lê di bingeh de, di çarçoveya xebatên hevbeş ên PDK’ê û MÎT a Tirkiyê deye.
Her wiha hate destnîşankirin li benda kontrolê weke ku ji welatekî derbasî welatek din bibî, nêzîkatî û lêkolîn tê kirin.
Li gorî hatî ragihandin, li vê bendê kelûpel û xwarinên welatiyan têne desteserkirin.
Balafirên dewleta Tirk binarê Qendîlê û Biradostê bombebaran kir
Hemwextî vê yekê, tevgera balafirên keşfê û şer yên dagirkeriya Tirkiyê jî pir zêde bûye.
Doh bi şev balafirên şer yên dewleta Tirk a faşîst 2 caran yek ji gundê Bok-rîskan yê Binarê Qendîlê bi dijwarî bombebaran kirin.
Bi heman armancê balafirên şer gundên Herêma Biradostê bombebaran kirin.
Ji ber êrişan agirek bi daristana herêmê ket.
Hat zanîn ku agir gihiştiye bax û baxçeyê welatiyan û ziyanek mezin gihaya xelkê herêmê.
Îro jî balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker 2 saetan bênavber deverên Berbizina, Panekeşk, Sinîn, Tarisa, Çiyayê Robê, Lêtan û Binqeratê yên herêma Biradost bombebaran kirin.



