Dema ku welatiyekî Efrînê dixwest zeviyên xwe ji dizî û talanê biparêze ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve rastî êşkenceyê hat û gule lê hat reşandin.
Ajansa ANHA’ê ku ew jî dispêre çavkaniyekê ji bajarê Efrînê ragihand ku çeteyekî ji koma Mutesam Billah gule li welatiyekî reşand û ew birîndar kir.
Navê welatiyê ku birîndar kirin, Ebd El Rehman Xelîl û ji gundê Xelalka yê Bilbilê ye.
Li gorî çavkaniyan, dema Xelîl dixwest zeviyên xwe ji dizî û talanê biparêze ji aliyê çeteyê bi navê Ebû Hesen ve rastî êşkenceyê tê û piştre guleyan lê direşîne.
Hate diyarkirin ji ber tirsa ji çeteyan malbata Xelîl ew nerakirin nexweşxaneyê û tenê li dermanxaneya gund derman kirin.


