69 Xelatgirên Nobelê li dijî tecrîda li Îmraliyê name ji Serokkomarê Tirk Erdogan re nivîsandin.
Di nameyê de hat diyar kirin ku pêdiviya cîhanê bi lîdertiya nû û hatî ronîkirin û bi dawî anîna tundî û şer heye.
Her wiha hat gotin ku dawî li tecrîda li Girava Îmraliyê bînin.
Ji hemû disîplînan 69 xelatgirên Nobelê li dijî tecrîda Îmraliyê, name ji Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re şandin.
Name bi vî rengî ye:
“Di cîhaneke ku tundî, mirin, hilweşandin û şer lê zêde de, hemû jiyana di vê gerekstêrkê de bi siberojeke nediyar re rû bi rûye.
Pêdiviya me ji her demê zêdetir, bi lîderên ku xwedî wê cesaretê ne rêyên cuda bişopînin, heye.
Di vî warî de, Birêz Serokkomar Erdogan, em rica dikin ku rêya aştiyê hûn car din bişopînin.”
“Aşitî û lihevkirin bi hevdîtina bi Rêber Ocalan re pêkan e”
Di nameya Ji Erdogan re qala pêvajoyê Osloyê jî hat kirin û wiha hat gotin:
“Em hemû dizanin, hûn bawer dikin ku aştî pêkane û ev ne rêyeke hêsan e. We, ev yek bi hevdîtinên Oslo (2009-2011) û pêvajoya Îmraliyê (2013-2015) re nîşan da; di van pêvajoyan de di bin rehberî û kontrola we de nûnerên hikûmetê têkildarî potansiyela aştiyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin.
Di van hevdîtinan de her çendî ku aştî çênebibe jî, nayê wê wateyê ku aştî û lihevkirin nepêkan e.”
“Dawiyê li tecrîda li greva Îmraliyê bînin”
Di nameya Serokkomarê Tirk Erdogan re hatî nivîsandin herî dawî wiha hat gotin:
“Em ji we rica dikin ku ji bo aştiyê, hûn hewldanên xwe yên ku we bi hevdîtinên Osloyê û pêvajoya Îmraliyê re dayî destpêkirin, car din zindî bikin û nûnerên xwe ji bo hevdîtininên nû yên bi Birêz Ocalan re bişînin û dawî li tecrîda li Girava Îmraliyê bînin.
Pêdiviya cîhanê bi lîdertiya nû û hatî ronîkirin û bi dawî anîna tundî û şer heye.”



