Di encama êrişa li dijî bajarokê Mecdel Şemis ê Colanê 9 kes hatin kuştin.
Têkildarî mijarê tora Skya News wiha got:
“Hizbullah ê Lubnanê bi moşekan êriş stadyûmeke fotbolê yê Mecdel Şemis ê Colana dagirkirî kir.
Di encamê êrişê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.”
Kanala 12ˊan a Îsraîlê diyar kir ku di encama êrişê de 9 kes hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku li ser 3 beşan nêzî 40 moşek ji Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve hatin.
Di encamê de li Mecdel Şemis çend kes birîndar bûn.
Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê jî destnîşan kir ku wê bersiva êrişa li ser Mecdel Şemis tund be.



