Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDˊê ya kantona Efrîn û Şehbayê rûniştinên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin.
Çalakiya xwndinê li Parka 4ˊê Nîsanê ya bajarokê Ehdasê, bi beşdariya 200 koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê hate li darxistin.
Têkildarî çalakiyê hevserokê Meclisa PYDˊê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Welîd Dîngilî axivî û got:
“Armaca me ji xwendina parêznameyan belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo ye.”
Ji beşdarên çalakiyê Elye Mihemed destnîşankir ku parznameyên Rêber Apo ji bo krîza Rojhilatanavîn çareseriyê û wiha got:
“Em ê bi xwandinê parêznameyan fikir û felsefeya Rêber Apo belav bikin.”
Piştî axaftinan kom hatin çêkirin û nîqaş li ser naverokên pirtûkan hate kirin.
Kombûna Jinan a Zenobya li bajarê Minbic, Reqa, Tepqa û Dêrazorê parêznamên Rêber Apo dixwînin



