Dîmenên gundên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê ve hatine valakirin, gihiştin ajansa Rojnews’ê.
Ji gundên hatine valakirin mal, bax û baxçeyên hatine wêrankirin.
Di van çend mehên dawî de PDK’ê bi dehan gundên Behdînanê ji bo hêsankirina dagirkeriya dewleta Tirk bi darê zorê vala kirin.
Gundên ku ji aliyê welatiyan ve ji ber gef û êrişan bi darê zorê hatin valakirin, piştî bombebaranên dewleta Tirk a dagirker bi temamî wêran bûn, bûn kavil û xirbe.
PDK’ê beriya niha gundên Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê û Gîrgaşê yên herêma Ber Garê ya navçeya Amêdiyê ya Duhokê bi darê zorê vala kiribûn.
Gundî neçar man ku dev ji malên xwe berdin û pêdiviyên xwe yên bingehîn jî bi xwe re bibe.



