Rêxistina Heyva Sor a Kurd cenazeyên 7 welatiyên ku li çolistana Cezaîrê jiyana xwe ji dest dane, radestî malbatên wan kirin.
8’ê Tîrmehê Komeleya Xews a Lêgerîn û Rizgariyê ya Cezaîrê li herêma Belevbor a çolistanê erebeyek û li kêleka wê 12 cenaze dîtibû.
Komeleyê diyarkiribû ku ev kes ji Sûriyê ne û piraniya wan ji Heleb, Reqa, Şam û Hesekê ne.
Komeleya Xews a Lêgerîn û Rizgariyê destnîşankirkiribû ku van kesan dema hewl didan berê xwe bidin Ewropayê ji tîna re li çolistanê Cezaîrê jiyana xwe ji dest dan.
Heyva Sor a Kurd cenazeyên 7 welatiyan ji wan 12 cenazeyan girtin Nexweşxaneya Gel a Tebqayê.
Heyva Sor a Kurd li ser malpera xwe ragihand ku piştî belgekirina navên cenazeyan ew veguhastin bajarên wan okû radestî malbatên wan hatine kirin.



