Rêveberiya Xweser ya Şengalê ,bi nêzîkbûna 3’Tebaxê salvegera êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê, li korîdora mirovahî ku dikeve komelgeha Digûrê ya Şengalê meşeke girseyî li dar xistin.
Bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê, şehîdên fermanê û xwedî derketina Rojava ya li Şengalê li vê korîdorê bi meşekê hatin bi bîranîn.
Meş bi durişmeya ” jibîrkiein îxanet ” pêk hat, xelkên Şengalê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser ya Şengalê jî tevlî meşê bûn.
Meş bi daxuyaniyekê bi dawî bû, wiha tê de hate gotin:
” Hemû êş û azarên wê demê ji bîra me naçe, misogeriya çarenivîsa civaka Ezidxanê bi berxwdanê ye.”



