Hewldanên ji bo ser çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê û her wiha yekrêziyê her dem hene.
Partiyên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji sala 2023’yan ve li ser vê dixebitin.
Hevserokên KNK`ê Hêvî Mistefa derbarê mijarê de axivî û ev agahî parve kirin: “Wê di Tebaxê de konfranseke derbarê vê yêkê pêk bê.”
Partiyên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çareseriyekê ji pirsgirêka kurd re bibinîn her tim di nava xebatan de ne.
Taybet partiyan ji 2023`yan ve ji bo pirsgirêk were çareserkirin xebatan dimeşnînin.
Ji bo vê yekê ji komîtak hat avakirin û gelek partî di nava komîtê de cihê digrin ji wan:
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Çep a Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê,
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî).
Reşnivîsek derbarê helwesta yekpare de hat amadekirin
Komîteyê li gorî plansaziya hatiye derxistin, bi hemû partiyan re hevdîtin pêk anîn û encamên girîng bi dest xistin.
Ji encamên derketine holê jî reşnivîsek derbarê helwesta yekpare hat amadekirin.
Hin partî tevlî reşnivîsê nebûne
Li gorî agahiyên ku komîteyê dane , 4 partiya li ser hinek xalên reşnivîsê dudilî bûne.
Ji wan ENKS a ku îdia dike ji bo çareseriyê tevdigere, ji destpêka hevdîtinan ve red kir ku tevlî xebatên yekrêziya Kurdî bibe.
Hêvî Mistefa: Heta dema lidarxistina konferansê wê hevdîtinên me dewam bikin
Cîgira Hevserokên KNK`ê Hêvî Mistefa derbarê mijarê de axivî û ev agahî parve kirin:
“Em amadekariyên konferansê dikin.
Heta beriya konfransê wê hevdîtinên me bi partiyên re berdewam bikin.
Heke tevlî nebin jî em neçar in konferansê li dar bixin.”



