CPT diyar kir ku PDK’ê ji welatiyên 4 gundên li herêma Ber Garê yên girêdayî Amediyê dijîn xwestiye ku di nava 9 saetan de gundên xwe vala bikin.
Endamê Tîmên Avakirina Aştiya CivakÎ (CPT) Kameran Osman daxuyand ku rayedarên PDK’ê ji welatiyên li gundê Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê û Gîrgaşê yên li herêma Amediya Herêma Federe ya Kurdistanê dijîn,
xwestine ku gundî di navbera setên 08.00 û 17.00’an de serdana gundên xwe bikin,
piştre bi temamî vala bikin û ji cihên ku hatine diyarkirî re biçin zext kirine.
“Welatiyên van her çar gundên Ber Garê bi neçarî gundên xwe vala kirine.
Welatiyên ku mal û milkên xwe terikandine li bajarokê Dêrelok û Dihokê bicih bûne.”



