Nîşaneyên heyî didin xuyakirin ku çavkaniyên xwezayî li kantona Cizîrê bi paş ketine.
Pisporan diyar kirin ku polîtîkayên avê ku dewleta Tirk li dijî herêmê dimeşîne ji bo ewlehiya xurekê û cihêrengiya biyolojîk û siberoja herêmê xeternak in û gotin: “Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe hewl dide çavkaniyên xwezayî biparêze.”
28’ê Tîrmehê Roja Parastina Xwezayê û Çavkaniyên Wê ya Cîhanê ye.
Li gorî rapora meha Adara par a Bernameya Jîngehê ya NY (UNEP) “Aboriya cîhanê çavkaniyên xwezayî zêde xerc dike.
Bikaranîna çavkaniyên xwezayî dê di 50 salên bê de 3 qat zêde bibe.
Bikaranîna bê ser û ber bandorê li hêza çavkaniyan a xwenûkirinê dike û hevsengiya xwezayê xirab bike.”
Kantona Cizîrê bi çavkaniyên xwe yên xwezayê wek depoya xurekê ya welat tê naskirin.
Li gorî saziyên têkildar, li herêmê çavkanî gelekî kêm dibin.
Endamê Gerînendetiya Çavdêriya Jîngehê ya Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê Munzur Silêman derbarê vê yekê de axivî.
“Dewleta Tirk ava çeman kêm dike an jî dibire”
Munzur Silêman diyar kir ku li herêmê kalîteya çavkaniyên xwezayî kêm dibe û sedema vê jî wiha şîrove kir:
“Serkaniyên tevahî çeman li Tirkiyeyê ne.
Dewleta Tirk ava çeman kêm dike an jî dibire.
Di heman demê de ji ber belavbûna jeneratorên ceyranê û zêdebûna erebeyan hewa jî pir qirêjî bû.
Ev hemû nîşaneyên hebûna krîzeke xwezayî ne.”
“Ava çemê Xabûr kêm bûye, hejmara daran kêm bûye û hin cûreyên ajalan êdî xuya nakin”
Silêman anî ziman ku Kantona Cizîrê beşeke Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku sêyeka wê zuha ye û got:
“Salane ji 1-2 hezar hektar axa wê paş dikeve û ji sedî 85’ê erd di bin gefa çolbûyînê de ye.
Ev rewş bêaramiyê çêdike û rasterast bandorê li jiyana xelk û ewlehiya xwarinê dike.
Li gorî daneyên Gerînendetiya Çavkaniyên Avî ava çemê Xabûr jî pir kêm bûye, hejmara darên wekî tû, hejîr û spîndaran gelekî kêm bûye û hin cureyên ajalan êdî xuya nakin.
Kêmbûna ava Xabûrê bandorê li nêzî 16 milyon donimên genim, ceh û darên fêkiyan dike.”
“Siberoj di xeteriyê de ye divê her kes çavkaniyên xwezayî biparêzin”
Munzur Silêman destnîşan kir ku siberoj di xeteriyê de ye û wiha domand:
“Rêveberiya Xweser girîngiyeke mezin dide qada jîngehî û çavkaniyên xwezayî.
Ji lew ra desteyeke taybet ava kir û sala 2022’yan ji bo hawîrdorê qanûn derxist.
Bi rêya wê qanûnê armanc dike jîngehê û çavkaniyên xwezayî biparêze.
Divê sazî, şîrket, civak û endamên civakê, çavkaniyên xwezayî biparêzin.”



