Piştî mirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di qezayek ya helîkopterê de Mesûd Pizişkiyan weke Serokkomarê nû yê Îranê hat hilbijartin.
Îro bi dehan serokên welatan û amadebûna 70 şandeyan merasîma sondxwarin û dest bi karkirina Serokkomarê Îranê yê nû hatî hilbijartin Mesûd Pizişkiyan destpê kir.
Endamê Serokatiya Encûmena Îslamî ya Îranê Elî Reza Selîmî têkildarî mijarê de axivî.
Elî Reza Selîmî ragihand ku biryare îro li Tehranê merasîma sondxwarin û dest bi karkirinê ya Serokkomarê Îranê yê nû hatî hilbijartin Mesûd Pizişkiyan were lidarxistin.
Merasîma sondxwarinê ya Serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizişkiyan , beriya demekê destpê kir.



