Faşîzma dewleta Tirk sînoran derbas dike.
Êdî gelê Kurd ji ber gerandina govenda kurdî tên darizandin û tên girtin.
14 baro’yan bertek nîşanî biryarên girtinê yên ji ber gerandina govendê tên kirin dan û gotin: “Li gel stranên Kurdî gerandina govendê di çarçoveya mafê xwe îfadekirinê de ye.
Divê dewlet sinorên kurdan nedin zorê. Divê kesên hatine binçavkirin û girtin werin berdan.”
Li Mêrsînê 9 ciwanên kurd li ber Behra Spî govend gerandin, dirûşm berz kirin û dîmenên xwe li ser hesabên medyaya dijîtal parve kirin.
Ji ber wî dîmenî ciwan hatin girtin û şandin girtîgehê.
Mehmet Salîh Amaç ê hate îdiakirin ku di nava kesên ku govend gerandine de ye, ji ber sûcekî din li girtîgehê tê ragirtin.
Di çarçoveya vê dosyayê de jî derbarê wî de biryara girtinê hate dayîn.
Li navçeya Misircê kesên govend gerandibûn hatin girtin
Li aliyekî din jî li dawetekî li navçeya Misircê de dîmenên govendê yên 2 jê zarok 6 kesan bi ser hesabên medya dijîtal hatin parvekirin.
Piştî wê di serdagirtina malan ên li Êlih û Sêrtê de 5 kes hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.
5 kesên ku îfadeyên wan hetine girtin bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Piştî girtina îfadeyên wan Dadgehê cezayê hebsê da yekî ji wan û derbarê 4 kesên din de biryara girtinê da.
14 baroyan daxuyanî dan: Divê dadwerî nebe şirîkê linçkirina medya dîjîtal
Derbarê mijarê de 14 baro bertek nîşanî biryarên girtinê yên ji ber gerandina govendê tên kirin dan û gotin:
“Dema mijar dibe kurd helwesta dewletê ya bi polîtîkayên ewlehiyê û helwesta girtinê ya darazê dikeve dewrê û ev yek nayê qebûlkirin. Divê daraz mafên bingehîn û azadiyan biparêze û bi helwesta parastina azadiyan, nebe şîrîkên linçkirinên ser medya dîjîtal.
“Li gel stranên Kurdî gerandina govendê di çarçoveya mafê xwe îfadekirinê de ye. divê kesên hatine binçavkirin û girtin werin berdan.”
Siyasetmedara Kurd Leya Zana: Êdî zorê li Kurdan nekin sebra wan heta cihekî heye
Her wiha siyasetmedara Kurd Leya Zana jî bertek nîşanî girtinên ji ber gerandina govedê hatine kirin da û got:
Pir bi ser Kurdan de neyên heta cihekê dikarin sebir bikin.
Ger hûn bixwazin me hemûyan li ber stranên Kurdî, dehol, zurna û dirûşemyên me derbixin qadan û meydanan, em bi keyfxweşî hene.
“Sînorên kurdan nedin zorê. Heke hûn bixwazin me bi stranan, bi dahol, zirne û dirûşman daxînin meydanan, em ê bi heskirin pêk bînin.”



