Şêniyên bajarên Çilaxa û Til Hemîsê yên kantona Cizîrê nerazîbûn nîşanî tecrîda mutleq a domdar a li ser Rêber Apo da.
Welatiyên Çilaxa û Til Hemîsê anîn ziman ku daxwaza wan a yekane azadiya fîzîkî ya Rêber Apo e û gotin:
“Azadiya Rêbertî azadiya tevahî mirovahiyê ye.”
41 meh in bi ti awahî ji Rêber Apo agahî neyên girtin.
Şêniyên bajarê Çilaxa û Til Hemîsê yê Kantona Cizîrê nerazîbûn nîşanî tecrîda mutleq a domdar ku li srer Rêber Apo ye dan.
“Eger em têkoşîneke xurt nemeşînin em nikarin Rêber Apo azad bikin”
Welatiyê bi navê Bengîn Ebdo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga xurtkirina têkoşîn û berxwedanê kir û got:
“Ji bo em karibin azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin ji me tê xwestin berxwedaneke cidî bikin.
Eger em têkoşîneke rasteqîn nekin ne mumkin e azadiya fîzîkî pêk bînin.”
”Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye”
Welatiya bi navê Senaa Yûnis jî tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo şermezar kir û anî ziman ku tişta li dijî rêbertî tê kirin sûcekî li dijî mirovahiyê û sû
cekî siyasî li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ye.
“Tirkiye nikare me ji rêbertiya me dûr bixe”
Welatiyê bi navê Ebdusetar Xidêr jî diyar kir ku tevî mercên giran ên li girtîgeha Îmraliyê, Rêber Apo girtîgeh kir navenda zanist û felsefeyê.
Ebdusetar Xidêr bi van gotinan dawî li axaftina we anî “Çi bikin jî wê nikarbin me ji Rêbertiya me dûr bixin. Em ê şopdarên xeta wî bin.”



