Krîza moşekan a di navbera Rûsya û Amerîkayê de didome.
Pûtîn anî ziman ku eger Amerîka moşekên dûravêj bişîne Almanyayê, Rûsya jî dê mûşekên ku bikarin li Rojava bixin bi cih bike.
Pûtîn bang li Amerîkayê kir ku qeyranek mûşekî ya mîna Şerê Sar dernexîne.
Li aliyê din Zelenskiy da zanîn ku ew ê li ser yekparebûna axa Ukraynayê bi gelek welatan re danûstandinên berfireh bidin destpêkirin.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo bicîhkirina moşekan hişyarî da Amerîkayê.
Putîn anî ziman ku eger Amerîka li ser plana xwe ya bicihkirina mûşekên dûravêj li baregehên xwe yên li Almanyayê israr bike, Moskow jî wê mûşekên ku bikarin li Rojava bixin bi cih bike.
Pûtîn dema li merasîma hêzên deryayî ya Rûsyayê ya li Sent Petersburgê temaşe kir, di axaftina xwe da wiha got:
“Eger Amerîka van planan bi cih bîne, em ê êdî bi biryara xwe ya yekalî ya ji bo sekinandina kapasîteyên êrîşê yên menzîla kurt û navîn rawestînin ve girêdayî nemînin.”
Derbarê mûşekên ku Amerîka plan dike ku li Almanyayê bi cih bike, lîderê Rûsyayê got:
“Wextê pêwîst e ku ev cure mûşekên ku di pêşerojê de dikarin bi serikên nukleerî ve bigihin armancên li ser xaka me, wê nêzîkî 10 deqe be.”
Pûtîn her wiha got:
“Avahiyên girîng ên saziyên dewletê û artêşa Rûsyayê wê di çarçoveya van çekan de bin”
Putin diyar kir ku rewşa heyî serdema Şerê Sar a salên 1980’î tîne bîran, dema ku Amerîkayê moşekên Pershing li Almanyaya Rojava bi cih kiribû.
Zelenskiy: Heya dawiya meha mijdarê ji bo aştiyê plana çalakiyê bikin
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy di hevpeyvîna xwe ya li gel televîzyona giştî ya Japonya NHK’ê de geşedanên li ser şerê li welatê xwe berdewam dike nirxand.
Li gorî nûçeya NHK’ê, Zelenskiy destnîşan kir ku ji bo dawîhatina şer a rewa divê piştgiriya ji bo Ukraynayê û zextên li ser Rûsyayê bidome û got:
“Sebir, piştgirî ji Ukraynayê re û zexta dîplomatîk ji Rûsyayê re, ev sê faktor in ji bo bidawîkirina şer.”
Zelenskiy: Bi gelek welatan re danûstandinên berfireh bidin destpêkirin
Zelenskiy li ser mijara bidawîkirina şer bi rêya danûstandinan jî diyar kir ku eger Rûsya êrîşên xwe yên li ser axa Ukraynayê berdewam bike, ew ê nikaribin bersivê bidin bangên agirbestê.
Zelenskiy da zanîn ku ew ê li ser yekparebûna axa Ukraynayê bi gelek welatan re danûstandinên berfireh bidin destpêkirin.
Her wiha Zelenskiy destnîşan kir ku ew ê di dawiya meha Mijdarê de ji bo aştiyê plansaziya çalakiyê çêbikin.



