Malbatên girtiyan li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di çalakiya “Deng bide azadiyê” de tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin.
Çalakgeran gotin: “Em bang li desthilata Tirkiyê dikin bêhiqûqiya li dijî gelê Kurd bidawî bikin.
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan rakin.”
Çalakiya “Deng bide azadiyê” a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin bi biryardarî dewam dike.
Malbatên girtiyan li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li ber girtîgehan çalakî lidarxistin.
Yek ji devera çalakiyê li paytexta Kurdistanê Amedê bû.
Malbatên girtiyan tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin û gotin:
“Heta ku malbata Rêber Apo û parêzerên bi wî re hevdîtin nekin wê çalakiyên me dewam bikin.”
“Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî anî ziman ku malbat li dijî zext û îşkenceya li girtîgehan demekî dirêj e hewl didin dengê xwe ji Wezareta Dadê û saziyên navnetewî re ragihînin lê ew vî dengî nabihîze.
Eren diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêber Apo bidawî bibe û wiha got:
“Ji ber polîtîkayên şer hemû bêhiqûqî bi awayekî rewa li gelê kurd tên ferzkirin.
Em bang li desthilata Tirkiyê dikin bêhiqûqiyên xwe bidawî bikin.
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan rakin.”
“Heta ku tecrîda li Îmraliyê bidawî nebe wê têkoşîna me bidome”
Çalakiya Îzmîrê jî li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê hat lidarxistin.
Gelek nûnerên saziyan û malbatên girtiyan tevlî çalakiyê bûn.
Çalakgeran di daxuyaniyê de diyar kirin ku heta tecrîd ranebe aştî, demokrasî û edalet pêk nayê û gotin:
“Heta ku deriyên Îmraliyê vebin wê têkoşîna me bidome.”
Bi heman awayî li Edene û Mêrsînê jî tecrîda li îmraliyê hate şermezarkirin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.



