Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşa a Yekbûyî ya Jinan KBDH’ê bi daxuyniyekê bal kişand ser biryarên darvekirinê yên li dijî Peşxşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî û got: “Em dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ berz bikin û pêşî li darvekirinan bigirin. Em deng û hêza xwe li kolanan bikin yek.”
Li dijî biryarên darvekirnê yên desthilata Îranê, Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşa a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya de wiha got:
“Desthilata Îranê ya faşîst, ji bo ruhê berxwedanê ya serhildana gel têk bibe zexta xwe li ser tevahiya civaka Îranê û Rojhilatî zêde dike.
Kesên ku serî li ber wan natewînin û ji bo jiyaneke adil û bi rûmet bi berdêla canê xwe têdikoşin binçav dikin.
Di dewama daxuyaniyê de derbarê têkoşîna Şerîfe Muhamedî û Pexşan Ezîzî de ev tişt hat gotin:
”Şerîfe Muhamedî û Pexşan Ezîzî du jinên welatparêz û Şoreşgerin ji bo mafê jin û civaka Îranê têdikoşin.
Ev her du jinên şoreşger ku daxwaza jiyaneke azad û wekhev dikin, ji bo van armancên xwe berxwedaneke mezin raberkirin. ”
KBDH: Em ê hêza veguherîner a jinê nîşan bidin
KBDH’ê diyar kir ku serhildana “jin, jiyan, azadî” îlham daye jinên Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê û wia domand:
”Çawa ku me li her devera cîhanê bi deng, hêz û çalakiyên xwe re bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li hev civiyan, ji bo sekinandina cezayên darvekirinê jî em îro li ku dibin bila bibin dakevin kolanan.
Ji bo her du jinan, bi berzkirina dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ em hêza veguherîner a jinê nîşan bidin.
Emê hesab ji desthilata faşîst û mêtinger bixwazin.



