Rojnamevan Pexşan Ezîzî ku ji aliyê desthilat Îranê ve bi cezayê darvekirinê mehkume, nameyek ji bo raya giştî nivîsî. Pexşan Ezîzî di nameya xwe de dibêje; “Şerîfe Mihemmedî, ez û jinên din ên ku di rêza îdamê de ne, ne yekemîn û ne jî dawîn jinên ku tenê ji ber lêgerîna jiyaneke azad û bi rûmet hatine mehkûmkirin û tên mehkûmkirin.
Lê heta can neyê dayîn, azadî jî pêk nayê.
Parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevan Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’an de li Tehrana Îranê hate binçavkirin.
4 mehan dibin êşenceyê de ma û di 11’ê Kanûna 2023’an de hate girtin.
Di 23’ê Tîrmehê de 26’emîn şaxa dadgeha Şoreşê ya Tahranê ve cezayê darvekirinê li Pexşan birî.
Pexşan Ezîzî di nameyek xwe de qala, zilm, êkence, bê edaletî, têkoşîna jinan ya ji bo azadiyê, bedel, felsefeya Rêber Apo, PKK’ê, heqîqet û rastiya netew dewletê dike.
Pexşan Ezîzî: Heta can neyê dayîn, azadî jî pêk nayê
Pexşan Ezîzî di nameya xwe ya ku di vê meha Tîrmehê de nivisiye dibêje;
Hemû çalakî û hewldanên min ji bo xizmetkirin civak û dayîna deyna dîrokî bû.
Bêguman rêya rast a gihîştina civakeke demokratîk jî bikaranîna rêbazên demokratîk e.
Ew kesê ku di rêya heqîqet û azadiyê de gav avêtiye, wateyeke din daye mirin û jiyanê.
Em ne ji mirinê, lê ji jiyana bêrûmet û koletiyê ditirsin.
Şerîfe Mihemmedî, ez û jinên din ên ku di rêza îdamê de ne, ne yekemîn û ne jî dawîn jinên in ku tenê ji ber lêgerîna jiyaneke azad û bi rûmet hatine mehkûmkirin û tên mehkûmkirin.
Lê heta can neyê dayîn, azadî jî pêk nayê. Buhaya azadiyê giran e.
Sûcê me girêdana jin, jiyan, azadiyê ye.”
Pexşan Ezîzî: Êşa ku mirov nekuje mirov xurtir dike
Pexşan bi van gotinan qala êşkenceya ku li girtîgehê dîtiye kir:
Bê pirtûk, bê têkilî û hevdîtin, bi xwînrijiyên berdewam û grev, nebûna tenduristiyê bi awayekî ku êdî nikare birêve here.
Lêpirsînên li pey hev ji bo îqrar û îtîrafa li ser tiştê ku tune.
Em bi van hilkişîn û dakişînan meş hîn bûne, wateya jiyanê ev e, êşa ku mirov nekuje, mirovan xurtir dike..
Pexşan Ezîzî: Min felsefeya Rêber Apo hilbijartiye û ev şeref e
Rojnamevan Pexşan Ezîzî di berdewamiya nameya xwe de wiha nivisandiye:
Deng bilind dibe: Her kes li wir endamê komika PKKê ye?
Yanî milyonan kes PKK ne. Nexwe komik çi ye?
Min Baweriya bi Felsefeya rêber Apo û şêweyên alîkariyê li derveyî pergala dewlet-netewe hilbijartiye û ev şeref e.



