Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Wanê ku konferansek li dar xist.Meclisê di konferansê de peyama biryardariya xwe ya berfirehkirina têkoşînê ya li dijî zîhniyeta zilam-dewletê û rêxistinkirinê da.
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê bi dirûşmeya “Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, bi rêxistin in” konferansek li dar xist.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkariya bi Girtî û ya Windayan her wiha Dayikên Aştiyê, Komîsyona Jinan a OHD’ê, Komîsyona Mafên Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û gelek jin tevlî bûn.
“Divê asta têkoşînê ya li dijî zihniyeta dewletê xurtir bibe”
Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Kaya di rûniştina yekemîn a konferansê de axivî .
Zeynep, diyar kir ku li welat polîtîkayên tecrîd, bêhiqûqî, gendelî, tundî û kuştinên li ser jinan û dozên komployê didomin û got,
Ev êrîş li dijî paradîgmaya me ya ‘demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê’ ye.
Erka me ew e ku li hemberî van siyasetan serî bilind bikin.
Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya Wanê Gulşen Kurt axivî û diyar kir ku bi taybetî jin li dijî polîtîkayên zext, înkar û îmhayê yên hikûmetê têdikoşin.
Gulşen anî ziman ku ji bo aştî pêk were divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan demildest bi dawî bibe.”
Gulşen diyar kir ku polîtîkayên desthilatê di demên dawî de li ser jinan zêde bûne û wiha got:
Êdî em nikarin tundî û qetlîaman tehemûl bikin.
Bi van polîtîkayan li her qadê polîtîkayên şerê taybet xistine meriyetê.
Li hemberî van şer, komkujî û polîtîkayên divê asta têkoşînê xurtir bibe.
Piştî axaftinan konferans ji çapemeniyê re girtî dewam kir.



