HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Botanê şehîd bûn eşkere kir û got, “Hevryên me bi eşqeke mezin a azadiyê û wêrekiyeke bilind li ber dijminê hov rabûn.”
HPG’ê sersaxiyê ji malbatên şehîdan û welatparêzan re xwest û teqez kir ku armanc û xeyalên wan bi ser bixin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şehîdan ragihand.
HPG’ê eşkere kir ku gerîla Benda Amed, Destîna Botan û Baran Xemlîn li herêma Botanê şehîd bûn û got:
“Hevrêyên me bi eşqeke mezin a azadiyê û wêrekiyeke bilind li ber dijminê hov rabûn.”
HPG: Hevrêyan bi eşqeke mezin a azadiyê li ber dijminê hov rabûn
Bi domdarî HPG’ê qala têkoşeriya cangoriyan kir û ev tişt anî ziman:
Hevrêya me Benda milîtaneke fedaî ya Apoyî bû ku li çiyayên Botanê ala têkoşîna azadiyê li ba da û fermandariya herêmê kir.Ji bo azadiya gelê me û rizgariya welatê me her cûre berdêl da ber çavên xwe û bi vê biryardariyê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû.
Hevrê Destîna jî weke ewladeke leheng û serhildêr a Botanê li çiyayên Botanê ji bo azadiya gelê me bêeman têkoşiya. Li çiyê ku rehên esîl ên gelê me ye, ji aliyê îdeolojiya Apoyî ve xwe kûr kir û bû milîtaneke wêrek a YJA Starê.
Û hevrê Baran jî, bi enerjiya xwe ya bêdawî, bi rûkeniya xwe, bi kesayetiya xwe ya kelecanî, bi milîtaniya xwe ya evîndariya azadiya gelê Kurd di gerîlatiyê de xwe şareza kir.
Bi van hestan HPG’ê dawiyê sersaxiyê ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û teqez kir ku armanc û xeyalên wan bi ser bixin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Benda Amed
Nav paşnav: Semra Ayverdî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê: Faîke
Navê Bav: Kasim
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Tîrmeha 2024 / Botan

Nasnav: Destîna Botan
Nav paşnav: Bişeng Dûrmûş
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê: Sûzan
Navê Bav:Nezîr
Dayik-Bav: Sûzan-Nezîr
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Tîrmeha 2024 / Botan

Nasnav: Baran Xemlîn
Nav paşnav: Seyîtxan Sencer
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê: Cewher
Navê Bav:Mehmet Şerîf
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Tîrmeha 2024 / Botan



