Farmandariya Giştî a YPJ’ê û Kombûna Jinan a Zenûbiya biryara darvekirina rojnamevan Pexşan Ezîzî û çalakvan Şerîfe Mihemedî şermezar kirin.
Hate gotin: “Divê hemû jinên cîhanê li hemberî biryarê derkevin da ku dawî li van polîtîkayên qirkirina jinan û gelan bînin.”
Li dijî biryara darvekirinê ya ku rêjîma Îranê li parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê, rojnamevan Pexşan Ezîzî û çalakvan Şerîfe Mihemedî birî bertek zêde dibin.
Fermandariya Giştî ya Yekineyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyek nivîskî biryara cezayê darvekirinê şermezar kir.
YPJ’ê destnîşan kir ku pergala mêrê desthiladar bi kiryarên xwe yên li dijî hebûn û nasnameya jinan tevahî civakan mehkûmî koletî û serî tewandinê kiriye û got:
“Di sedsala 21’mîn de jinan xwe bi rêxistin kirin û di hemû eniyên têkoşînê de bi rola xwe ya pêşengiyê rabûn. Ji ber wê dewlet bi polîtîkayên xwe yên tepisandin, destdirêjî û darvekirinan re bi awayekî dijwartir êrişê jinan dike.”
YPJ: Şoreşa jinên Rojava ji bo tevahî jinan bû îlham
YPJ’ ê da zanîn ku şoreşa jin a Rojava ji bo tevahî jinên Cîhanê bû çavkaniya îlhamê û wiha dewam kir:
”Hemû jinên xwedî lêgerîna azadiyê, Rojava ji bo xwe weke qiblegehê dîtin û ji lehengiya jinên Rojavayî hêz û bawerî girtin. Îro jî di şexsê Pexşan û Şerîfe de jinên Îranî bi heman coş û kelecana şoreşê ji bo avakirina Îranek azad ku hemû jin karibin bi vîn û rengê xwe lê bijîn, li berxwe didin.”
YPJ: Wê têkoşîna jinan ya mafdar serbikeve
Fermandariya Giştî a YPJ’ê teqez kir ku agirê şoreşê bi destê jinên wiha leheng hatiye pêxistin û wê bi destê jinan jî bighê serkeftinê û wiha bi dawî kir:
Pêwîste hemû jinên cîhanê, hemû mirovahî li hemberî biryara darvekirina jinên têkoşer rabin ser xwe. Weke YPJ ku me jî di oxira avakirina civakeke azad de gelek berdêl daye, em bawer in wê têkoşîna jinan a mafdar biserkeve.”
Meclisa Jinan a Zenûbiya biryara rejîma ‘ranê a darvekirinê şermezar kir
Meclisa Jinan a Zenûbiya ya Reqayê jî daxuyaniyek da û got:
“Zihniyeta baviksalarî a desthilatdar dixwaze vîna jinan têk bibe û vê yekê jî bi rêya girtina biryarên bi vî rengî pêk tîne. Lê bila rêjîma Îranê û hemû dewletên desthilatdar zanibin ev kiryar tu carî vîna jinên azad naxin, lê belê xurtir dike.”



