Îro li Hesekê Desteya Tenduristiyê ji bo nîqaşkirina encamên tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan konferanseke lidar dixe .
Konferans li Navenda Serdam a bajarê Hesekê pê tê .
500 bijîşk, hiqûqnas, nûnerên saziyên civaka sivîl ên herêmê û ji derveyî wê tev lê bûne.
Detpêka konferansê de Hevserokê desteya Tenduristî li Bakur û Rojhilatê Sûrî Mihemed Nûr axivî .
Mihemed Nûr destpêkê balkişand ser sîstema tecrîdê ya li ser Rêber Apo û da zanîn ku tişta li Îmraliyê dibe ne hiqûqiye .
Her wekî di riya bernameya ZOOM re jî birêz Omer Ocelan axivî.
Omer Ocelan da zanîn ku gelek caran me xwest Rêber Apo bibînin û got:
“Mixabin heta niha me encameke negirtiye , û em tu agahî li ser Rêber APo nizanin .”
Omer Ocelan balkişand ser berxwedana Rojava û eşekre kir ku Rojava bi bewrxwedaniyeke mezin pradîgma Rêber APo pêşxistin .
Li gor agahiyên nûçegihanê me wê konferans heta seetên nîvro berdewam bike .
Herî dawî wê konferans bi encamnameyekê bi dawî bibe .
Li Tirbespiyê têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî hat lidarxistin



