Artêşa Îsraîlê ragihand ku di 13’ê Tîrmehê de di êrîşa hewayî ya li ser Xezayê de Fermandarê Tugayên El-Qassam yê baskê leşkerî yê Hamasê Mihemed Deîf kuştiye.
Derbarê kuştina Deîf de heta niha ti daxuyaniyek fermî ji Hamasê re nehatiye dayîn.
Îsraîlê li ser hesabê medya civakî ya X’ê got: “Em niha dikarin piştrast bikin: Mihemed Deîf hat kuştin.”
Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) ragihand ku Fermandarê Tugayên El-Qassam, baskê leşkerî yê Hemasê Mihemed Deif di 13’ê Tîrmehê de li Xan Yûnisê ya li başûrê Xezayê hatiye kuştin.
Artêşê ragihand ku di çend saetên dawî de îstîxbarata ku Deîf hatiye kuştin bi dest xistine.
Deif di êrîşekê de li ser navendeke fermandarê Hamasê Xan Yûnis Rafa’a Salameh li Xan Yûnisê di 13’ê Tîrmehê de bû armanc.
Rojek piştî êrîşê, mirina Selameh ji hêla artêşê ve hate piştrast kirin, lê IDF anî ziman ku agahdariya herî dawî li ser Deif tune ye.
Deîf jî yek ji mîmarên êrîşa 7’ê Cotmehê ye.
Her wiha tê zanîn ku wî alîkariya avakirina tunêlên ku rê didin çekdarên Hemasê ji Xezayê derbasî Îsraîlê bibin.
Îsraîlê li ser hesabê medya civakî ya X’ê got:
“Em niha dikarin piştrast bikin: Mihemed Deîf hat kuştin.”



