Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina êrişên qirkirina çandî yên ku dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêk tîne, çalakiyek li dar xistin.
Çalakî li beçeya şehîd Zevîn bi beşdarbûna şêniyên Dirbêsiyê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Ciwan û nûnerên saziyên sivîl û meclisan hat li darxistin.
Endama Tevgera Jinên Ciwan Şeza Hisên daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de êrişa li ser çanda kurdan li Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevgerê biryarên dewleta Tirk a faşîst red dike û bang hate kirin ku ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APo têkoşîn mezinbikin.
TEV-ÇAND: Li hember êrişan bi yekîtî û rihekî neteweyî tev bigerin



